Mirina masûlkeyên dil
From Wikipedia, the free encyclopedia
Mirina masûlkeyên dil (miyokardînfarkt, înfarkta dil, qeyrana dil an jî krîza dil) yek ji nexweşiyên ku di rêzên pêşîn de can digirin, ziyaneke mezin î aborî didin e.
Wekî tê zanîn dil masûlkeyek e, pompeyek e. Dil ji du hefteyiyê heya dawiya jiyanê xwînê pompe dike laş û xwîna kirêt vedikişîne bo paqijkirinê. Dileke bêproblem di rehetiyê de li dora 60-100 carî lêdide. Dil di nava rîtma xwe de pompe dike. Dil çawa xwînê dide laş, ewqas jî pêdiviya wê bi xwînê heye. Masûlkeyên dil oksîjen û xurdemeniyê bi riya xwînberên koronerî yên ku ji masûlkeyên dil berpirsiyar in digirin.
Mixabin rojekê tê, lûleyên laş, herwekî xwînberên koronerî dixitimin û xwîn kêm an hîç naçe dil. Wê gavê îşemî destpêdike û heger mudahale nebe, ew cihê ku xwînberên koronerî xwînê dideyê dimirin û Mirina masûlkeyên dil pêk tê.