Yekeya astronomîk
From Wikipedia, the free encyclopedia
Yekeya astronomîk yan jî Yekeya stêrnasiyê, (nîşan: au, AU yan jî AU) yekeya pîvanê ye ku bi dûrahiya ji Dinyayê heya Rojê û bi qasî 150 mîlyon kîlomêtre yan jî 8.3 hûrdemên ronahiyê ye. Dûrahiya rastîn ji Erdê heya Rojê dema ku Dinya li dora Rojê digere, ji herî zêde heya herî kêm û her sal carekê vedigere û bi qasî ji sedî 3 diguhere. Yekeya astronomîkî di destpêkê de wekî navgînî ya pişteroj û berîroja Dinyayê hate fikirîn; lê belê, ji sala 2012an vir ve yeke bi temamî 149.597.870.700 mêtre hatiye pênase kirin.[1]
Yekîneya astronomîkî bi giranî ji bo pîvandina dûrbûnên di nav Pergala Rojê de yan jî li dora stêrkên din tê bikar anîn.