Çîn (biyolojî)
From Wikipedia, the free encyclopedia
Çîn (bi latînî classis) di zanista biyolojiyê de rêgareke taksonomîk a di nav dabeşandina biyolojîk yan zanistî de ye wek: jiyan, sercîhan, cîhan, filûm (yan pol), kom, famîle (yan malbat), cins (yan celeb) û cure. Çîn dikeve nav filûm û komê de û rêgara jêr çîn wek bineçîn tê nasîn.
Ji bo maneyên din li Çîn (cudakirin) binêre.