Çermo
From Wikipedia, the free encyclopedia
Çermo yan jî Cihwarê Arkeolojîk a Çermo, cihwarekî arkeolojîk a pêşdîrokî ye ku li Başûrê Kurdistanê ya îro û li quntara Çiyayên Zagrosê ye. Cihwarê arkeolojîk bi bilindahiyek 800 mêtre ji asta deryayê bilindtir e û di kemberek ji daristanên berû û fistiqê de ye. Cihwarê Çermo di korta Çemê Adhaîm de ye. Di kolandinan de derketiye holê ku Çermo civakek çandiniyê ku dîroka wî ji sala 7090 salên berî zayînê vedigere. Çermo bi berfirehî bi şûnwarên din ên girîng ên neolîtîk ên wekî Erîhayê ku li Başûrê Şam ye û Çatal Hüyük a ku li Anatolyayê ye, hemdem e.