Şerê Troyayê
Şerê navbera Troyayiyan û yên Akayan / From Wikipedia, the free encyclopedia
Şerê Troyayê di mîtolojiya yewnanî û dîroka kevnar de ji ber revandina Helenê jina Menelaos a ji aliyê Parîsê Troyayî ve dest pê kiriye. Di navbera Aka û Troyayiyan qewimiye.
Şerê Troyayê | |
---|---|
Dema destpêkirinê |
|
Dema bidawîbûnê |
|
Beşdar | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Pevçûn piranî derdora bajarê Troyayê çêbûye lê şer ji bo dîroka hemû Anatolyayê û Yewnanistanê pir girîng bûye. Teferuatên şer dû destanên Homêrê de hatiye gotin. Navê wan destanan Îlyada û Odîseya ye.
Zeus ji bo zewaca Tetîs û Pêleûs dawetek çêdike û gazî Erîs nake. Erîs jî aciz dibe û ji bo hevrikî çêbe, sêvek dişîne dawetê û ser da dinivîse "xwedawenda herî xweşik ra". Hevrikî navbera Hêra, Afrodîtê, Atênayê derdikeve. Zeus ji bo hevrikî biqede her sê xwedawenda dişîne li prensa Troyayê Parîsê. Parîs sêvê dide Afrodîtê ra.[1] Afrodîtê ji bo dîyariyê evîna "jina herî xweşik" Helenê dide Parîsê. Parîs diçe Spartayê Helenêyê dibîne û dilê wê jî dikeve. Hev ra direvin têne Troyayê. Mêrê Helenê Menelaos û kekê Menelaos Agamemnon vê heqaretê qebul nakin û hemû hezên Yewnanistanê kom diken û dimeşin ser Troyayê. Alîyên din ve Keyê Troyayê Prîamos jî hêze hemû Anatolyayê di bajarê Troyayê kom dike. Şer nêzîkê bajarê Çanakkaleyê diqewime. Çanakkale navbeynê behra ege û behra reş de ser cihekî stratejîk e. Navbera Ewropa û Asyayê jî wezîfa pirê dike. Ji ber wê yekê şer gelek encamên girîng aniye ser hole.