Şoreşa Sibatê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Şoreşa Sibatê (bi rûsî: Февральская революция, lat. Fewralskaya rewolyuziya) di sala 1917an de li Çariya Rûsyayê hatibû holê bû. Bi encamê vê şoreşê re Çar Nicholas II ji texta xwe bû û şoreşê dawiya Çariya Rûsyayê anî. Li şûna çariyê jî Hikumeta Bihorbara Rûsyayê hat pêkanîn û prens Georgy Lvov hate serê wê hikmetê. Çend mehan pê re wexta raperînên di mehayê pûşperê, de yên ko wek Rojên Pûşperê dihatin nav kirin de, ew ji wê erkê bû Û Alexander Kerensky derbaza şûna wî bû. Ew Hikumeta Bihorbara Rûsyayê hikumeteka bi li hev hatina lîberal û Sosyalîstan re hatibû pêkanîn bÛ û armanca wanê bingeh reformên polîtîk û saz kirina Rûsyayê ko ji hêla meclîseka federatîf dihat karger kirinbû.
Şoreşa Sibatê | |
---|---|
Dewlet | Împeratoriya Rûsî |
Dema destpêkirinê | |
Dema bidawîbûnê | |
Beşdar |
|
Hejmara miriyan | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Şoreşa Sibatê gorî salnameya Gregorian di adarê 1917an de hatibû holê, lê bo ko di wê demê de Rûsyayê salnameya Julian bikar dianî, gorî wê texwîmê di Sibatê de hatibû holê.
Ew şoreşa bêplan û bêpêşengekî diyar kirî, di pêvajoyekê xweristî de hate holê. Bi taybetî li bajarê rojavayên wek Petrograd (Navê Saint Petersburgê wê demê) tovên şoreşê hatin avitin.
Ji pê Şoreşa Sibatê re dîsa gorî texwîma Rûsyayê wê çaxê de, di meha kewçêrê de Şoreşa Kewçêrê da dû wê. Bolşewîkên ko pê Şoreşa Sibatê de kargerî bi hevpariya lÎberalan ve bi qismî dest xwe xistinî, ji pê Şoreşa Kewçêrê re kargerî bi tunî dest xwe xistin û pêk ananîna otorîteyê paş Şerê Hindirê Rûsyayê re Yekitiya KomarênSovyet ên Sosyalîst dane zanîn.