Charles Baudelaire
helbestvanê fransayî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Charles-Pierre Baudelaire (jdb. 9ê nîsana 1821, Parîs - m. 31ê tebaxa 1867, Parîs), rexnegîr û yek ji helbestvanên mezin yên fransî û avakerê helbesta nûjen e.
Charles Baudelaire | |
---|---|
Jidayikbûn | 9 nîsan 1821 |
Mirin | 31 tebax 1867 Parîs |
Sedema mirinê | Agire (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Montparnasse Cemetery |
Hevwelatî | Fransa |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Xebat | |
Bandorbar |
|
Partner | |
Dê û bav | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ji ber ku dêya wî ya hîn ciwan piştî mirina bavê wî ji nû ve zewiciye, wî zarokahiya xwe li cem bavê xwe yê demarî ku kesekî fêhmê wî pirr kêm û teng bû, pirr dijwar derbas kiriye. Ev jî bandorek mezin li jiyan û li helbestên wî kiriye. Hîn di salên lîseyê helbestên wî bala dorê dikşînin.
Dest bi xwendina hukûkê dike lê hîn 19 salî bûye ji bo ku dest ji wêjeyê berde û jê sar bibe malbata wî, wî didin keştiyek bazirganiyê û diçe heyta Hindistanê.
Piştî vedigere Parîsê di rojnmeyan de dixebite, di sala 1845an de hewldana xwe kuştinê dike lê bi sernakeve; demekê bi siyasetê dixebite, heyta navê wî di nava amadekarê Şoreşa 1848an de jî derbas dibe. Di vê navbênê de rexne û gotarên li ser hunerê diweşîne.
Helbestên Edgar Allan Poe wedigerîne fransî û bi vî hawî jî wî bi fransiyan re cara yekem dide naskirin.
ji ber tawana ku 6 helbestên wî yên ku di Les Fleurs du Mal (Kulîlkên êşê) cî digrin mûzir i û carisiyan li Xwedê dikin Baudelaire dihê girtin û mehkûm kirin.
Li jiyana beradayî ya Parîsê nexweşiya frengiyê pê digre û dibe kêşê efyûn û esrarê.
Du salan li Belçîkayê maye. Piştî vegerê felç bû ye û pişt re li Parîsê jiyana xwe ji dest daye.
Baudelaire bandorek mezin li ser helbestvanên nûjen kiriye.