Dîroka Mezopotamyayê
dîrokekî mirovahiyê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Dîroka Mezopotamyayê yan jî dîroka mirovî ya di navbera Firat û Dîcleyê de dîrokeke ji koçberbûyîna mirovî ya herî kevnê ji Serdema Paleolîtîkê heya serdema kevnare ya dereng e ku di navbera çemên Firad û Dîcleyê û li deverên li deverên van herdu çeman qewimiye. Dîroka Mezopotamyayê ji delîlên kolandinên arkeolojîk piştî destpêkirina nivîsandinê di dawiya hezarsala 4ê b.z. de ji çavkaniyên dîrokî hatine berhevkirin.
Mirovahî di serdemên Paleolîtîk û Neolîtîka destpêkî de tenê li beşên Mezopotamyaya Jorîn de cîwar bibûn. Bicîhbûn a mirovahî ya li alûviyûma başûr jî di dema neolîtîka dereng de qewimiye. Mezopotamyayê, di Serdema Bronzê ya Destpêkî de ji bo gelek şaristaniyên mezin ên herî kevn ên cîhanê re cîwartî kiriye. Ji ber vê sedemê ye ku Mezopotamya wek dergûşa şaristaniyê tê binavkirin.
Navê Mezopotamyayê bi yewnaniya kevn tê wateya "erdê di navbera çeman de". Bi qasî ku tê zanîn, ev nav cara yekemîn di sedsala 4an b.z. de ji bo destnîşankirina axa li rojhilatê Firatê ya li Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê ya îro) hatiye bikaranîn.[1] Piştre navê Mezopotamyayê bi gelemperî ji bo hemî erdên di navbera çemên Firat û Dîcleyê de hatiye bikaranîn. Li gorî erdnîgarî ya îro, Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, axa Iraqê û Bakurê Kurdistanê di nava sînorê Mezopotamyê de bûn.[2][1] Çiyayên cîran ên li rojavayê Firatê û rojavayê Çiyayên Zagrosê di bin navê Mezopotamyaya berfirehtir de têne binavkirin.[3] Erdnîgariya Mezopotamyayê bi navên Mezopotamyaya Jorîn (an jî Mezopotamyaya Bakur) û Mezopotamya Jêrîn (an jî Mezopotamyaya Başûr) tê binavkirin.[4]
Mezopotamyaya Jorîn ku bi navê Cizîrê jî tê naskirin, herêma di navbera Firat û Dîcleyê de ye. Mezopotamya Jêrîn jî li herêma ji Bexdayê heta Kendava Farsê ye. Di bikaranîna zanistî ya nûjen de, têgîna Mezopotamyayê gelek caran jî xwedî konnotasyoneke kronolojîk e.[5]