Guherîna avhewayê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Guherîna avhewayê, guherîna seqayê yan jî germbûna gerdûnî, germbûna hewayê ye ku ji ber gazên serayê û zêdebûna gazên karbondîoksîd li seranserê cîhanê çêdibe. Her çend di serdemên berê de guherîna avhewayê hebin jî lê ji nîvê sedsala 20an û vir ve jiber pîşesaziyên ku zirarê dide sîstema evhewayê bandoreke neyînî ya bêmînak li ser sîstema avhewayê pêk aniye. Di demên dawiyê de guhertina avhewayê li hinek deverên cîhanê wekî zêdebûna baranê û zêdebûna germahiyê pêk aniye û guhertinên bi vî awayî di asta global de pêk hatiye.
Sedema herî mezin a germbûnê, belavkirina gazên serayê ye ku bi giranî karbondîoksîd (CO
2) û gazê metan e. Bi tevkariyên zêde yên çandinî, bêdaristanî û reaksiyonên kîmyewî yên di hinek pêvajoyên hilberînan de, bikaranîna şewata sotemeniya fosîl (komir, petrol û gaza xwezayî) ku ji bo xerckirina enerjiyê tê bikaranîn, çavkaniya sereke ya van emîsyonan e. Heta îro sedemên ku rasterast bi destê mirovan a guheztina avhewa ji aliyê ti saziyek zanistî ya neteweyî an navneteweyî ve nehatiye nîqaşkirin.[1] Germahiya germê, berga berfê ku germahiya rojê tê li ser rûyê erdê paşve vedigerine winda dike, sînorên erd û okyanûsa û karbonê zêde dike. Li bejahiyê, ku germahî bi qasî du caran, bi qasî navîna gerdûnî zêdetir bilind bûye, çol berfireh dibin, pêlên germahiyê û şewata li daristanan belav dibin.[2] Zêdebûna germa îro li Antarktîkayê jî ku bûye sedema helandina permafrostê û windabûna qeşa ya deryayê, zêde bûye.[3] Ji ber zêdebûna germê rêjeya dûkela avê zêde bûye û ev jî dibin sedemên bahoz û bûyerên hewayî ya zêde. Zêdebûna germê bandoreke xerab li ser ekosîsteman dike. Ji ber germahiya zêde celebên ajalan ku li Antarktîkayê dijîn ji ber koçbûnî yê xelas dibin.[4]