Hevzayendîtî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Hevzayendîtî, hevregezxwazî an jî hevzayendxwazî tevgereke romantîk an jî nêzîkbûneke zayendî di navbera mirovên heman zayendê ne. Hevzayendîtî wekî berpêbûniyeke wisa tê pênaskirin: Çawaniya wî/wê kesê/î ku ya bi piranî yan jî bi giştî bi riyên romantîzmê an jî bi nêzîkbûna zayendiyê ve beraliyî kesên din dibe yên ku di heman zayendê de ne. Di heman demê de van helwest an jî rewşa jî dihewîne: Endamên civaka ku bingehê xwe li ser van tevgeran pêk aniye yan jî kesên ku nasnameyeke têkilîyî van hestên xwe ava kirine.
Hevzayendî, ligel heteroseksuelî û bîseksuelî yek ji nav çeşîtdariya sê hêmanên berpêbûniya zayendî ye. Nerînekê hevpar a zanyaran tuneye ku ka çima mirov berpêbûniyeke taybetî pêşdixin.[1] Li ser jêderka berpêbûniya zayendî çend teoriya biyolojîk ku ji aliyê zanyaran hatine pejirandin, hatine berhemandin; wekî faktorên genetîk, hawira malzaro ya demên zû yan jî kombînasyona her du teoriyê.[2][3] Piştrastên xurt li ser bandorkirina şiklên mezinkirinên malbatan an jî serpêhatiyên zarokatî ya yekem tune ye. Li gorî hin kesan çalakiya hevzayendî ya dijî xwezayê ye yan jî xerabûyîtiyeke fonksiyonî ye lê belê vekolîn nîşan didin ku hevzayendî çavkaniya xwe ne ji bandorên psîkolojîk a neyînî dibe, ew varyasyoneke erênî û normal a zayendiya mirov e. Hindik caran mirov hestên hilbijartina berpêbûna zayendî ya xwe diceribînin an jî qet naceribînin. Piştrastên destekariya psîkolojîk a ji bo guhartina berpêbûna zayendî tune ne.[4]
Ji bo pênasiya hevzayendan çend têgîn tên bikaranîn. Ji bo pênasî hevzayendên jinan ji salên 1800an û vir ve peyva lezbiyen û ji bo zilaman (piştî demekî ji bo jinan jî) ji salên 1960an û vir ve bi jêderka fransî, peyva gey tên bikaranîn.[5] Peyva gey (kurdî: gey an jî gêy, fransî: gai, îngilîzî: gay) piştî çend salan ji bo hevzayendên jin û mêr hatiye bikaranîn.[6] Ji ber berpêbûniya zayendî bi riya devkî yan fizîkî bi tundî çûna ser hevzayendan, gotinên bi wateya hevzayendî bikaranîna bi mebesta xeberdanê an jî ji bo biçûkxistinê li çend dewletên pêşveçûyî de di nav sûcên nefretê tê hesibandin û van tawan bi danekirina cazayî tê muamelekirin.
Pîvandina hejmarên kesên ji nasnameya gey û lezbiyen an jî serpêhatiya hevzayendî ceribandiye, ji bo lêkolîneran bi çend sedeman gelek zor e. Yek ji van sedeman ev e ku kesên hevzayendî ji ber cudakeriyên homofobîk û heteroseksîst nasnameyên xwe eşkere nakin/nikarin bikin.[7] Tevgerên hevzayendî di heman demê de di nav gelek cureyên ajalan de hatiye çavderî kirin.[8][9]
Her çiqas tenê serjimarî yan jî şert û mercên polîtîkayê ya xuyanîtiya wan hêsan bike jî gelek gey û lezbiyen hevratiyên giran avadikin.[10][11][12][13][14][15][16][17] Di navbera van pêwendî û têkiliyên heteroseksuelan de tu cudatî ji hêla kespê psikolojîk a kesên ku li nav pêwendî de tune ye. Bizav û pêwendiyên hevzayendan, di nav dîroka bi qeydkirî de, li gorî şeklê wan a li nav ew çandê de, carinan hatine pîrozkirin û carinan jî hatine darizandin.[18] Ji sedsala 19. vir ve xêndî zêdekirina naskirin û xûyanîtiyên wan, ji bo biserketina mafên zagonî têkoşînekî mezin tê dan: wekî zewac û pêwendiyên şarmend, ewlad ji xwe re kirin û dêûbavitî; pesendkirina leşkerî û ewlehiya karê û gihaniya xizmetên tenduristiyê.