Lîsteya fosîlên mirovî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Eve lîsteya jibermayiyên fosîlên mirovî yên herî girîng e. Heta îro bi hezaran fosîl hatine dîtin û peydakirina fosîlan berdewam dibe, ji ber vê çendê lîste ne temam e. Tevî ku hemû bi awayekî seranser bi Homo sapiens ve girêdayî nebin jî, têkiliya wan bi pêşiyên mirovê îro re heye. Pîvandina kevnbûna fosîlan bi metoda radyometrîk dihê kirin. Ma, tê wateya milyon salan berê; ka yan k, hezar salan berê.