Lîsteya komûnên Fransayê bi zedetirî 20.000 nîştecîh
Lîsteya komûnên Fransayê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Ji kanûna paşîn a 2019an vir ve li Fransayê (deverên metropolê, û departman û herêmên derveyî welêt) 473 komûn bi nifûsa ji 20.000 zêdetir, 280 komûn bi nifûsa ji 30.000 zêdetir, 129 komûn bi nifûsa ji 50.000 zêdetir û 42 komûn bi nifûsa ji 100.000 zêdetir hene.[1] Hemî reqem nifûsa şaredariyê (bi fransî: population municipale) nîşan didin. Ew jî tê maneya ku tenê kesên ku bi giştî li komûnê dijîn tên hesibandin, yên ku carinan li komûnê carinên li komûnên din dijîn nayên hesibandin.[2] Nifûsa Yekîneya bajarî (en) (bi fransî: unité urbaine) ya wekhev bi gelemperî ji nifûsa komuna wê ya navendî çend caran zêdetir e. Nifûsa 2006 û 2013an jî tê nîşandan.[3][4] Komûnên li herêmên derveyî welat (en) li jêr di tabloyeke cuda de tên lîstekirin.