Nasyonalsosyalîzm
From Wikipedia, the free encyclopedia
Nasyonalsosyalîzm, nazîzm an jî Hitlerîzm peyveke kolanî ya bo alîgir û birêveberên Adolf Hitler û sosyalîstên neteweperest (bi almanî: Nationalsozialist) tê bikaranîn. Peyv ji kurtkirina peyva almanî Nationalsozialismus tê. Herwekî neonazî (anku, "tezenazî", "nûnazî") jî tê wateya nasyonalsosyalîstên nû. Îdeologiya nasyonalsosyalîzmê di Şerê Cîhanî yê Duyem de bo sedemê mirina nêzîki 50 milyon mirovî û têk çû. Nazî, di deme şerê cihanê yê duyem de li Almanya hatina ser desthilatdariyê. Avakerê bîrdoziya Naziyan Adolf Hitler, bi eslê xwe yekî ku Awistiryayî bû. Pênaberekî ku li Almanya bû. Piştre li wir xwe avêta nava Siyasetê û pêde çû. Hitler, li Almanya, hemû nirxên mirovatî bikarhanîn bi wan bilind bû û hat û bû desthilatdar. Pêşî di partiya Almana ya ku weke partiyeka karkeran bû "Partiya Karkerên Alman a Nasyonalsosyalîst " ku bi almanî navê wê "Nationalsozialistische Deutsche Arbeiterpartei, (kinasî; NSDAP)" Li ser wê wê re bilind bû û hat ser desthilatdariyê.