Sefardî
Komeke etnîkî ya cihûyan / From Wikipedia, the free encyclopedia
Sefardî (bi îbranî: ספרדים, Sfaradim) ev cihûyên ku di salên 1492an û 1531an de ji welatên Spanya û Portûgalê (berê Andalusya) hatin qewitandin. Yên ku mecbûr man ji van welatan derkevin xwe li Împeratoriya Osmanî û li bakur-rojavayê Afrîkayê (Mexrib) bi cih kirin. Jimareke biçûk koçberiya Ewropaya bakur (bi taybetî Holenda û Almanyaya bakur), Amerîka, Hindistan û Afrîka kirin. Çanda sefardiyan (wek muzîk) hê jî nêzika ya îberî ye.