Komara Kurdistanê
Komareke kurdan / From Wikipedia, the free encyclopedia
Komara Kurdistanê yan jî Komara Kurdistanê ya Mehabadê[2] komareke kurd bû ku bi serbajariya bajarê Mehabadê di 22ê çileya sala 1946an de ji aliyê damezranêr û serokê wî ji aliyê Qazî Mihemed ve hatiye ragihandin. Berê ragihandina Komara Mehabadê di çiriya pêşîn (sermawez) a sala 1945an de bi teşwîq û piştgiriya Sovyetê li Îranê Hikûmeta Azerbaycanê hat damezrandin. Demek piştî damezrandina Hikûmeta Azerbaycan a Îranê, di 22ê çileya sala 1946an de li Qada Çarçira ya Mahabadê, di bin garantoriya Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst de, avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê hate ragihandin. Lijneya Wezîran ji sêzdeh kesan hate avakirin û Qazî Mihemed wek serokomar hate hilbijartin. Di nav sînorê komarê de bajarên Sine, Şino û Miyanduaw hebûn û paytexta komarê bajarê Mehabadê bû. Komara Mehabadê ku tenê 11e mehan dewam kir, di dema rêveberiya xwe de di warê sazîbûnê de serkevtinek mezin bi dest xist. Hinek ji van avakirina bingehên artêşê yên nûjen ên girêdayî Komarê, avakirina rêxistinên îdarî û rêveberî, avakirina dadgehan, berhevkirina bac, avakirina xezîneyê, çareserkirina pirsgirêkên tenduristî û perwerdeyê bûn.
Komara Kurdistanê | |||||
Komarî Kurdistan | |||||
| |||||
Sirûda netewî: "Ey Reqîb" | |||||
Zimanên fermî | Kurdî
| ||||
Paytext | Mehabad | ||||
Sîstema siyasî | Komar | ||||
- Serokkomar - Serokwezîr |
Qazî Mihemed Hecî Baba Şêx | ||||
Rûerd - Giştî |
66.274 km2 | ||||
Serxwebûn | 22ê kanûna paşîn 1946 - 17ê kanûna pêşîn 1946[1]
|
Serokwezîrê komarê Hecî Baba Şêx, Wezîrê Berevanî û Fermandarê Giştî yê Artêşê Husên Xanî Sêyfî Qazî, Wezîrê Navxwe Mihemed Emîn Muînî, Wezîrê Aborî Ehmed Îlahî Wezîrî, Wezîrê Ragihandinê Kerîm Ehmediyan, Wezîrê Çandiniyê Menaf Kerîmî, Wezîrê Kar Xreq Heydil Si, Wezîrê Bazirganî Hecî Mistefa Dawûdî, Wezîrê Rewşenbîrî Mehmûd Welîzade, Wezîrê Tenduristiyê Seyîd Mihemed Eyûbiyan, Wezîrê Dewletê Ebdulrehman Îlxanîzade, Wezîrê Dadê Mela Husên Mecdî hatin hilbijartin.
Bi vekişîna Artêşa Rûsyayê ji nû ve paytexta komarê, bajarê Mehabadê ji aliyê dewleta Îranê ve di 17ê kanûna sala 1946an de hatiye dagirkirin û Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji aliyê dewleta Îranê ve hate rûxandin.