Stembol
Bajarek Tirkiyeyê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Stembol[1] yan jî Stenbol (bi tirkî: İstanbul; bi yewnanî: Κωνσταντινούπολις; latîn: Konstantînopolîs) bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê ye ku wekî navenda aborî, çandî û dîrokî ya Tirkiyê ye. Bajar li ser peravên Tengava Bosporusê hatiye avakirin ku beşek bajêr li hêla Ewropayê ye û beşek din jî li hêla Asyayê ye. Tê texmînkirin ku li Tirkiyê nifûsa herî zêde ya kurdan li Stenbol e û nifûsa bajêr zêdetirî 15 milyon kes e ku ji %19 ji nifûsa Tirkiyeyê pêk tîne.[2] Stenbol bajarê herî qelebalix ê Ewropayê ye û 15em bajarê herî mezin ê cîhanê ye.
Stembol
| |
---|---|
İstanbul | |
Stembol li ser nexşeyê | |
Koordînat: 41°0′36″Bk 28°57′37″Rh | |
Parzemîn | Ewropa, Asya |
Dewlet | Tirkiye |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 29 gulan 1453 |
Îdarî | |
• Şaredar | Ekrem İmamoğlu (2019–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 5343 km2 (2063 sq mi) |
Bilindahî | 100 m (300 ft) |
Nifûs | 15.462.452 (2020) |
Dem | |
Koda telefonê | 212, 216 |
Plakaya erebeyê | 34 |
Malper | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bajêr wekî Bîzans (bi yewnanî: Βυζάντιον, Bîzansyon) di sedsala 7an ê b.z. de ji aliyê niştecîhên yewnanî yên ji Megara ve hatiye avakirin.[3] Di sala 330 p.z. de, împaratorê Romayê Konstantînê Mezin bajêr wek paytexta xwe ya împaratoriyê radigihîne û pêşî navê bajêr wekê Romaya Nû (bi yewnanî: Νέα Ῥώμη, Nea Rhomē; bi latînî: Nova Roma) binav dike û piştre jî bajêr wekê Konstantînopolîs binav dike.[4] Di sala 1930an de navê bajêr bi fermî hatiye guherandin û bajêr wekê (bi tirkî) İstanbol hatiye binavkirin. Navê İstanbul ji navê ku xwemaliyên yewnanî bajêr ku li bajêr kirine ji navê εἰς τὴν Πόλιν bi romanî: eis tḕn Pólin; 'bajar' hatiye wergirtin.[4] Bajêr ji aliyê kurdan ve wekî Stembol û hinek caran jî wekî Stenbol tê binavkirin.
Bajêr nêzîkî 1600 salan wekî paytexta împeratoriyê xizmet kiriye ev împeratorî ne: di dema împeratoriyên Roma/Bîzansê (330-1204), Latînî (1204-1261), Bîzansiya Dereng (1261-1453) û Osmanî (1453-1922).[5] Bajar bi mezinahî û bandora xwe mezin dibe û di dawiyê de dibe yek ji bajarên giringên li ser Rêya Îpekê û yek ji bajarên herî girîng ên dîrokê. Bajar berî veguhertina wê ji bo keleha îslamî piştî Hilweşîna Konstantînopolîsê di sala 1453an de bi taybetî piştî ku di sala 1517an de dibe cihê xîlafeta osmanî di dema Roma/Bîzansê de di pêşkevtina xirîstiyantiyê de rolek sereke dilîze û malavaniya çar ji heft encûmenên yekem ên ekomenîkî dike. Di sala 1923an de, piştî Şerê Serxwebûna Tirkiyê, Enqere li şûna wî Stenbol bûye paytexta Komara Tirkiyê ya nû avabûyî.