Amed
Bajarekî Tirkiyeyê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Amed yan jî bi navê dîrokî Amîda, (bilêvkirina kurdî: [,] ( Guhdar bike)) (1928: دياربكر/Diyarbekir; bi tirkî: Diyarbakır) yek ji bajarê herî mezin ên Bakurê Kurdistanê ye. Amed li derdora deşteke bilind ê li kêleka Çemê Dîcleyê û li kêleka kelheya dîrokî ya Sûra Amedê hatiye avakirin. Amed ji aliyê Kurdên Bakûrê Kurdistanê ve wek navend û pozîsyonek polîtîk tê pênaskirin û yek ji bajar û navendên girîng û dîrokî ya erdnîgariya Kurdistanê ye. Li gorî daneyên kanûna sala 2021an nifûsa bajêr 1.791.373 kes bû ku ji wan 1.129.218 li qada navendî (an metro) ya ku ji 4 navçeyên navendî (Rêzik, Payas, Sûr û Bajarê Nû) pêk tê dijîn.
Amed | |
---|---|
Diyarbakır | |
Koordînat: 37°54′39″Bk 40°14′12″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Diyarbekir |
Serbajar | Amed |
Hejmara bajarokan | 17 bajarok |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 2.060 km2 (800 sq mi) |
Bilindahî | 670 m (2200 ft) |
Nifûs (2022) | 1.804.880 |
• Berbelavî | 413,5/km2 (1071/sq mi) |
• Serbajar (2020) | 1.756.392 |
Demonîm | amedî, diyarbekrî |
Koda postayê | 21xxx |
Koda telefonê | (+90) 412 |
biguhêre |
Amed di navbera Kurdan de bûye navendeke sereke û ji aliyê gelek Kurdan ve wekê paytexta defakto ya Kurdistanê tê dîtin.[1][2] Dihat xwestin ku bajar piştî Peymana Sêvrê bibe paytexta Kurdistaneke serbixwe lê piştî geşedanên siyasî yên paşerojê ev yek hatiye paşguhkirin.[3][4]