Lingua franca
Di navbeyna koman de bêyî zimanê pêşîn ê hevpar zimanên ku bo asankirina bazirganiyê tên bikaranîn / From Wikipedia, the free encyclopedia
Lingua franca, an jî bi navên din zimanê hevpar, zimanê bazirganî, di civatên ku bi gelek ziman an jî zaravayan xeber didin de, ji bo ku xelk ji hev fam bikin, bi hev re bikevin îrtîbatê wê zimanê an jî wê zaravayê bi kar tînin. Ev gotin îro ji bo zimanê îngilîzî tê bikaranîn. Lingua franca, bi zimanê îtalî tê maneya zimanê frankî.[1]
Lingua francas (yanî zimanên hevpar), di dîroka însanetiyê de carna ji ber sedemên ticarî, çandî, dînî, dîplomatîk û îdarî û carna jî li seranserê cîhanê ji bo ku alim û zanayên ji milletên cuda bi hev re danûstandinên ilmî kirine bi pêş ketiye.[2] Ev gotin pêşî ji bo zimanê Sabîr (an jî bi navê xwe yê din Lingua Franca yê Deryaya Navîn) hatiye bikaranîn. Fikra "zimanê dinyayê" fikrekî çêkirina "lingua franca"yek global e.