Washington, District of Columbia
From Wikipedia, the free encyclopedia
Washington, D.C. bi fermî District of Columbia ku bi gelemperî wek Washington, D.C. tê binavkirin, paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye ku bi biryara qanunek taybet li ser peravê Çemê Potomakê hatiye avakirin. Washington, D.C. li rojhilata peravê Çemê Potomekê bi qanunek taybet hatiye avakirin ku sinorê başûrê rojavayê Vîrjînya pêk tîne û li aliyê bakur û rojhilatê ve jî bi Maryland re sinor e. Navê Washingtonê ji navê George Washington ku bavê damezrîner, fermandarê giştî yê Artêşa Parzemînê ya di Şerê Şoreşgerî ya Amerîkîz ku yekem serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye, hatiye wergirtin.[1]
Washington, District of Columbia
| |
---|---|
| |
Dirûşm: | |
Washington, District of Columbia li ser nexşeyê | |
Koordînat: 38°53′42″Bk 77°2′12″Ra | |
Parzemîn | Amerîkaya Bakur |
Dewlet | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 16 tîrmeh 1790 |
Îdarî | |
• Şaredar | Muriel Bowser (2014 Washington, D.C. mayoral election, 2018 Washington, D.C. mayoral election, 8, Partiya Demokratîk, 2015–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 177 km2 (68 sq mi) |
Bilindahî | 72 m (236 ft) |
Nifûs | 689.545 (2020) |
Dem | |
Koda telefonê | 202 |
Malper | dc |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ji ber ku bajêr navenda hikûmeta federal a Dewletên Yekbûyî ye û gelek rêxistinên navneteweyî li bajêr e Washington, D.C bûye paytextek girîng a siyasî ya cîhanê.[2] Bajêr li Dewletên Yekbûyî bajarê heştemîne ku herî zêde geştiyar serlêdana bajêr dikin û ji sala 2019an vir ve zêdetirî 2 milyon kes serlêdana bajêr kirine.[3]
Destûra bingehîn Dewletên Yekbûyî bajêr wek navçeyek federal di bin dadrêsiya taybetî ya Kongreya Dewletên Yekbûyî de destnîşan dike. Washington, D.C. ne beşek ji parêzgehên Dewletên Yekbûyî ye. Qanûna Niştecihiyê ku di 16ê tîrmeha sala 1790an de hatiye pejirandin, avakirina navendek paytext li ser Çemê Potomakê dipejirîne. Bajar di sala 1791 de hate avakirin û Kongre di sala 1800an de rûniştina xwe ya yekem li bajêr pêk aniye.[4]
Di sala 1801an de axa berê ku beşek ji Maryland û Virginia û tevî niştecihên Georgetown û Alexandria bû, bi fermî wekî navendek federal hate nas kirin. Di sala 1846an de Kongreyê axa ku ji hêla Vîrjînya ve hatiye vegerandin, tevî bajarê Alexandria paşve vegerand. Di sala 1871an de, Kongreyê ji bo beşa mayî ya navendê ku tenê sê salan domand, ji ber sedemên cûrbecûr, tevî astengiyên lêçûnê, hikûmetek şaredarî ya yekane ava kir.[5] Ji salên 1880an vir ve gelek hewlên neserkeftî çêbûn ku bajar bibe parêzgeh. Qanûnek jibo ku bajêr bibe yek ji parêzgehên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 2021an de ji Meclîsa Nûneran derbas bû lê ji hêla Senatoya Dewletên Yekbûyî ve nehatiye pejirandin.[6]