Zimanê kurdî
Zimanê kurdan / From Wikipedia, the free encyclopedia
Zimanê kurdî, ziman yan jî komek zimanên kurdî ye ku li erdnîgariya Kurdistanê, dîasporaya kurdan û li herêmeke berfirehê Anatolyaya Navîn ji aliyê kurdan ve tê axavtin. Zimanê kurdî yek ji zimanên malbata zimanên hind û ewropî û zimaneke şaxa zimanê îranîya rojava ye ku ji çend zaravayan pêk tê. Zaravayê herî berfirehê zimanê kurdî kurmancî yan jî kurdiya bakur e ku li hemî perçeyên Kurdistanê bi awayekî berfireh tê axaftin. Zazakî û Kurmancî li Bakurê Kurdistanê, Soranî li Başûrê Kurdistanê û li Rojhilatê Kurdistanê tê axaftin.
Kurdî | ||||
---|---|---|---|---|
| ||||
Welatên lê tê axaftin | Tirkiye Îran (weke zimanê herêmî) Iraq ( Kurdistan) (fermî) Sûrî ( Rojava) Ermenistan ( Nagorno Qerebax) Azerbaycan Gurcistan Filistîn Îsraêl Libnan | |||
Herêm | Kurdistan Anatoliya Navîn Xorasan Asyaya Navendî | |||
Axiverên zimanê zikmakî | Hejmara fermî nayê zanîn, lê çend çavkanî hejmarê di navbera 35.000.000 û 40.000.000 de dihesibînin.[1] | |||
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |||
Şiklê kevn | ||||
Zarava | Kurmancî Soranî Kurdiya jêrîn Zazakî Hewramî | |||
Sîstema nivîsê | Alfabeyên kurdî: - Alfabeya latînî li Tirkiye, Azerbaycan, Sûrî û Ermenistanê - Alfabeya erebî li Iraq û Îran | |||
Rewşa fermî | ||||
Welatên lê zimanê fermî ye | Iraq | |||
Cihê lê zimanê kêmnetewe | Ermenistan Îran | |||
Sazkerên zimên | Sazkirina fermî nîne | |||
Kodên zimanî | ||||
ISO 639-1 | ku | |||
ISO 639-2 | kur | |||
ISO 639-3 | kur – Macrolanguage individual codes: ckb – Soranî kmr – Kurmancî sdh – Kurdiya başûr diq – Dimilî kiu – Kirmanckî hac – Goranî | |||
Firehbûna zimanê kurdî |
Di roja îro de kurmancî bi alfabeya Hawarê ku tîpê latînî ye, soranî jî bi alfabeya soranî ku ji tîpê erebî ye, tê nivîsandin. Berhema edebiyata kurdî bi pirranî bi helbestê ve girêdayî bû. Piştî sedsala 20an edebiyata wêjeya giştî ya kurdî pêş dikeve. Îro du zaravayên kurdî yên nivîskî yên sereke kurmancî û soranî ne. Soranî li gel erebî yek ji du zimanên fermî yên Iraqê ye ku li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê di belgeyên siyasî de wek "Kurdî" tê binavkirin.[2] Kurmancî di roja îro de bi taybetî ji aliyê saziyên çapemeniya ve tê bikaranîn. Kurmancî bi taybetî di salên dawiyê de li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve bi awayekî tundî hatiye astengkirin ku hemî sazî û dibistanên taybet ku bi Kurmancî xebat û perwerdeyên xwe dimeşandin ji aliyê Tirkiyê ve hatiye girtin.[3][4] Yek ji saziyên Kurmancî ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibû girtin Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû ku sazî niha xebatên xwe bi awayekî ne fermî dimeşîne.[5]